Medvedev: Mudaxeleya Sûriyeyê dibe ku rê li ber şerekî navxweyî veke

Medvedev: Mudaxeleya Sûriyeyê dibe ku rê li ber şerekî navxweyî veke

Serokwezîrê Rûsya Dmitriy Medvedev mudaxeleya Rojava ya li hemberî Rojhilata Navîn şiband “Fîla ku ketiye dikana porselenan” û hişyariya, mudaxeleya derve ya li hemberî Sûriyeyê dikare rê li ber şerekî navxweyî yê mayînde veke da.

Medvedev ku daxuyanî da televîzyona Russia Today, mînakên mudaxeleyên derve yên li hemberî Iraq û Libyayê da û li hemberî mudaxeleya li dijî Sûriyeyê derket.

Medvedev got ku hêzên derve li Iraq û Libyayê li gorî berjewendiyên xwe rejîmeke siyasî di bin navê maf û azadiyan de  ava kirin; lê belê vê encamên xerab derxistin holê. Medvedev her wiha anî ziman ku li Iraqê hîn jî alozî berdewam e, her roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin, Libya jî bi şer re parçe bûye

Medvedev, destnîşan kir ku heman polîtîkaya ku li dijî Sûriyeyê were meşandin jî dibe ku dewleteke bêîstîkrar a di nav şerekî navxweyî de ava bike.

Serokwezîrê Rûsya, Dewletên Rojava ên mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin şiband fîla ku ketiya dikana porselenan û di vê derbarê de wiha got, “Her cihî belav dike û paşê nizane ya pêwîst çi ye.”

Medvedev, got, “Divê Sûriyeyî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.”