Mandela dixwaze li gundê lê ji dayik bûye were veşartin

Mandela dixwaze li gundê lê ji dayik bûye were veşartin

Nelson Mandela ku ji 8’ê  Hêzîranê ve pirr nexweş e dixwaze li gundê lê ji dayik bûye li gorî kevneşopiyên gelê xwe yê Xhorsa were veşartin. Dadgerekî biryar da ku Zarokên Mandela yên mirine û li cihên cuda hatine veşartin jî bibin gundê Qunu.

Li gorî kevneşopiyên gelê Xhorsa, ji bo ruhê kesê mirî bigihîje huzurê, divê ligel xizmên xwe were veşartin.

Gorên her du zarokên Mandela jî ji aliyê neviyê wî yê herî mezin Mandla ve li cihekî din hatibûn veşartin. Dadger Lusîndîso Pakade, ferman da ku gorên zarokên Mandela bibin gundê Qunu yê Mandela lê ji dayik bibû. Divê heta sibê li gorî saeta herêmî karûbarên vê mijarê hatibin temamkirin. Biryar, di doza ku qebîleya Mthatha û 16 endamên malbata Mandela li hemberî Mandlha vekirin de hat dayîn.

WESİYETA  MANDELA

Li gorî çapemeniya herêmî, Mandela wesiyeta xwe li ser rûpelekî A4 nivîsand. Tê gotin ku Mandela di wesiyeta xwe de xwestiye gora wî sade be.