Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên ku di Girtîgeha Îmraliyê dene, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Şeymus Poyraz Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz û Xizmê Cumalî Karsu Pervîn Oduncu ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Heke bersiva erênî bidin serlêdanê, malbat dê roja duşemê biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîn in.
Malbatan ku hefteya borî serlêdan kiribûn bersiva "Dê keştî nexebite" hatibû dan û serlêdan hatibû red kirin