Madîba: Nelson Mandela
Madîba: Nelson Mandela
Madîba: Nelson Mandela
Rêwîtiya lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela ya ji gundekî Efrîka Başûr destpê kir û veguherî îkona azadiyê ya global, ji bo tevahiya gelên têkoşîna azadiyê dimeşînin, timî bûye yek ji çavkaniyên îlhamê. Mîrateya herî mezin a Mandela ji mirovahiyê re hişt jî ev e. Yekemîn Serokdewletê Efrîka Başûr ê bi rêya hilbijartinên demokratîk hat ser deshilatdariyê Nelson Rolihlahla Mandela. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Mandela ku di nava siyasetmedarên nûjen de, weke mirovekî herî rûmetdar tê dîtin, demek dirêj dihate dermankirin û di temenê 95 salî de jiyana xwe ji dest da.
Nelson Rolihlahla Mandela, li gundê Mvezo yê li nêzî ûmtata yê Transkeî ya Efrîka Başûr, di 18'ê Tîrmeha sala 1918'an de weke endamekî kabîleya Tehmbû ya bi zimanê Xhosa diaxive, hat dinê. Bavê wî Gahla Henry Mandela Thembû şefê kabîleyê bû û xwedî çar hevser, ji wan 9 jê keç, 4 jê kur bi giştî 13 zarokên wî hebûn. Dayika Mandela, hevsera Gadla ya sêyemîn Nosekenî Fanny bû.
DI 19 SALIYA XWE DE JI BER BÛYERÊN SIYASÎ JI ZANÎNGEHÊ HAT DÛRXISTIN
Rolîhlahla Mandela gava di 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, hingî yekemîn zarokê malbata xwe yê dest bi dibistanê kiribû. Bavê wî, gava ew 9 salî bû, ji ber tuberkulozê jiyana xwe ji dest da. Nelson Mandela di 16 saliya xwe de ket Înstîtuya Clarkebûry Boardîng û bernameya xwe ya 3 salan a li ser qada çanda rojava, di nava du salan de qedand. Di sala 1937'an de di 19 saliya xwe de li Healdtownê bi cih bû û li Fort Beaufort College perwerdeya xwe dewam kir. Mandela li vê derê hevalê xwe yê piştre bi salan dibû dostê hev Olîver Tambû nas kir û li Zanîngeha Fort Hare dest bi perwerdeya BA-Business Administration kir. Mandela li vê derê ji bûyerên siyasî yên derdora xwe dûr neket. Û bi hinceta tevlî bûyerên navebera Konseya Temsîlkar a Xwendekaran û polêsan bûye û ev bûyer organîze kiriye, ji dibistanê hat dûrxistin.
YEKEM PARÊZERÊ REŞIK
Nelson Mandela piştî ku ji zanîngehê hat dûrxistin, ji Transkeî veqetiya û çû Transvaal. Di sala 1942'an de li Zanîngeha Witwaterstrand beşa huqûqê qedand û dest bi parêzvaniyê kir. Bû yekem parêzerê reşik ê welêt. Di sala 1944'an de tevî Konseya Netewî ya Efrîkayê (ANC - African National Congress) bû, ku gelê herêmê li dijî cihêkariya nijadî ava kiribû. Di sala 1948'an de bû sekreterê Yekitiya Ciwanan a Kongreyê û di sala 1950 de jî weke Serokê Yekitiya Ciwanan a Kongreyê hat hilbijartin. Bi vî rengî bû yek ji lîderên rizgariya gelê Efrîka Başûr. Di sala 1952'an de bû Serokê Kongreyê yê Transvaalê û heman salê bû cîgirê serok û di sala 1991'ê de jî Mandela bû Serokê Kongreyê. Di vê navberê de baskê leşkerî yê kongreyê Umkonto û Sizwe (Rima Netewî) ava kir û bû serokê wê jî.
QANÛNÊN PARLAMENTA JI TENÊ JI SPIYAN PÊK TÊ, NE REWA NE
Di sala 1962'an de ji bo wergirtina piştigiriyê derket derveyî welêt û li Îngilîstan û welatên Efrîkayê geriya. Ji welatên Efrîka û welatên sosyalîst alîkarî stend. Gava bi hevalên xwe vegeriya welêt, bi hinceta bê destûr derketiye derveyî welêt, gel sor kiriye û sûîkast pêk aniye, hat darizandin. Mandela di parastina xwe ya li vê derê de diyar kir, ku ew ne neçare li gorî qanûnên parlamentoya ku spiyan temsîl dike ve hatiye derxistin, tevbigere û di sala 1962'an de ji aliyê Rêveberiya Spiyan ve bi 5 salan û di 14'ê Hezîrana sala 1964'an de jî ji aliyê Hukûmeta Efrîka Başûr ve bi cezayê heta dawiya temên xwe di girtîgehê de bimîne, hat cezakirin. Bi vê sekna xwe re bû nîşane û sembola Efrikiyên li dijî nijadperestiyê têdikoşin.
YEKEMÎN SEROKDEWLETÊ BI HILBIJARTINÊN DEMOKRATÎK HAT HILBIJARTIN
Di 2'ê Sibata sala 1990 de, Serokdewletê Komara Efrîka Başûr Frederîk W. De Klerk, qedexeya siyasetê ya 30 salan a li ser Kongreya Netewî ya Efrîkayê rakirin û bi îlankirina efûyê re, Mandela di 11'ê Sibata sala 1990 de ji girtîgeha li Girava Robben piştî 27 salan derket û azad bû. Mandela gava azad bû 71 salî bû. Bi azadbûna wî re, li gel reşikan her weha gelek spiyên li Efrîkayê jî kêfxweş û şa bûn. Mandela di heman demê de bû yekemîn Serokdewletê Efrîka Başûr ê bi hilbijartinên demokratîk hat ser deshilatdariyê. Nelson Mandela di navbera Gulana sala 1994 û Hezîrana sala 1999'an de, serokdewletiya welatê xwe kir.
Têkoşîna Kongreya Netewî ya Efrîka ya bi Serokatiya Nelson Mandela ya li dijî nijadperestiyê, di 18'ê Adara sala 1992'an de bi ser ket. Destûra Bingehîn a ku ji xwedîcihên (reşik) Efrîkayê re mafê welatiyên wekhev nas dikir, bi referandûmê hat qebûlkirin.
TÊKOŞÎN JIYANA MIN E
Nelson Mandelayê ku digot, “Têkoşîn jiyana min e. Heta dawiya emre xwe ez ê ji bo serxwebûna mirovên reş têbikoşim” piştî ji girtîgehê derket ji bo demokratîkkirina Afrîkaya Başûr xebitî. Mandela, di nav 40 salî de ji 100’î zêdetir xelat wergirt. Afrîkayiyên Başûr ku Mandela wek “Şervanê Azadiyê” qebûl dikin, didin xuyakirin ku eger Nelson Mandela nîn ba wê Afrîkaya Başûr a Demokratîk pêk nehatiba.
Mandelayê di 10’ê Gulana 1994'an de bû yekemîn serokê reşik ê Afrîkaya Başûr di sala 1962’yan de Xelata Aştiyê ya Lenîn, di sala 1979'an Xelata Nehru, di sala 1981'ê de Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisky, di sala 1983'yan de Xelata UNESCO ya Simon Bolivar wergirt. Mandela di 15’ê Cotmeha sala 1993'yan de jî bi Frederik W. De Klerk re Xelata Nobel a Aştiyê wergirt.
XELATA DEWLETA TIRK QEBÛL NEKIR
Nelson Mandela, Xelata Aştiyê ya Ataturk a sala 1992’yan ku hukûmeta dewleta Tirk biryar girtibû bidiyê qebûl nekir.
Nelson Mandela di Hezîrana sala 1999’an de piştî teqawît bû wek parêzvanekî mafên mirovan û yên civakî ku xebitî 3 caran zewicî. Mandela bi hevsera xwe ya yekemîn a ji herêma Transkei, Evelyn Ntoko Mase re di sala 1944’an zewicî. Mandela ku 13 salan bi Evelyn Ntoko Mase re zewicî ma, bûn xwedî sê zarokan. Hevsera Mandela ya duyemîn jî Winnie Madikizela-Mandela bû ya di Adara 1996’an de pêre zewicî bû. Hevsera wî ya niha jî Graça Maçhal e ku di 80. Salvegera Jidayikbûna xwe de pêre zewicî bû.
Nelson Mandela, bi leqabê “Madîba” ku rûspiyên qebilaya wî lê kiribûn an jî weke ku Afrîkayiyên Başûr bi kar tînin bi “Mkhulu” (Bapîr) tê binavkirin.