Ma Îranê dewlemendiya uranyumê rawestand?

Ma Îranê dewlemendiya uranyumê rawestand?

Berdevkê Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Netewî ya Meclisa Îranê Huseyîn Nakawî Huseynî aşkera kir ku, hilberîna uranyumê ya welat ji sedê 20 rawestandiye.

Îrana ku piştî Hesen Rûhanî bû serok komar, sînyalên nêzîkbûna welatên Rojava da û piştî muzakereyên nukleerê, biryarek surprîz girt. Dewlemendiya uranyumê ku giha sedê 20 bihinceta ku stokên sotemeniyê tijebûne aşkera kir ku, hilberandin rawestandine.

Nakawî ji malpera fermî ya Meclisa Îranê ICANA’yê re axivî û got: “Ji tesîsên nukleerê ên Tehranê re pêwîstî bi sedê 20 dewlemendiya sotemeniyê hebû, sotemeniya pêwîst hatiye bidest xistin û êdî pêwîstî bi dewlemendiya uranyumê nîne, êdî nayê hilberîn.”

Nakawî behsa daxwazên welatên Rojava ên rawestandina hilberînê jî kir û da diyarkirin ku, “Sedê 5 li hilberîn kirin yan nekirin, ew biryara Tehranê ye. Lê belê nîqaşa cemidandina hilberînê yan jî rawestandina wê bê wateye, ji ber ku qet nayê hilberîn.”