Lîderê Hîzbûllahê yê Lubnanê hat kuştin
Lîderê Hîzbûllahê yê Lubnanê hat kuştin
Lîderê Hîzbûllahê yê Lubnanê hat kuştin
Hîzbulaha Lûbnanê diyar kir ku li nêzî Beyrutê êrîşek pêk hatiye û di encama êrîşê de yek ji lîderê wan jiyana xwe ji dest daye û raste rast Israîl sucdar kir.
Tevgera Hîzbûlahê di kanala televîzyona xwe El Manar de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Yek ji lîderên me Şehîd Hasan Hawlo El Lakîs li rojhilatê Beyrutê li herêma Hadat li nêzî mala xwe hate qetilkirin.”
Di daxuyaniyê de Israîl raste rast ji suîkastê berpirs hat dîtin û got El Lakîs berê jîg elek caran ji aliyê Israîlê ve hewl hatiye dayîn ku bê îmhakirin. Hevalên me di 3’ê kanûnê de hatiye qetilkirin.
Hîzbûlahê da zanîn ku divê dijmin hemû berpirsyariyê bigire ser xwe û encamên vê sûcê alcax bigire ser xwe. Hat gotin ku El Lakîs pir nêzî serokê tevgerê Hasan Nasrallah bû.
Hat hînbûn ku El Lakas roja sêşemê hatiye qetiklirin û êrîş çawa pêk hatiye nehat hînbûn