Li Yewnanîstanê rêjeya bêkariyê derket ji sedî 36,9'an

Li Yewnanîstanê rêjeya bêkariyê derket ji sedî 36,9'an

Li gorî daneyên Îdareya Statîstên Yewnanîstanê Elsat, li welêt rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de gihaştiye ji sedî 26,9'an.

Li Yewnanîstana di nava krîza mezin a aboriyê de ye, hejmara bêkaran bû 1.33 mîlyon. Li gelemperiya welêt bi giştî 3.63 milyon xebatkar man.

Rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de derket ji sedî 26,9'an, di meha Adare de jî ji sedî 26,8 bû. Rêjeya bêkariyê ya Nîsana sala 2012'an ji sedî 23,1 bû.

Mexdûrên sereke yên bêkariyê, xuyaye ciwanên di bin 26 salî de ne. Rêjeya ciwanên bêkar derket ji sedî 57,5'an. Beriya salekê ev rêje ji sedî 51,4 bû û pênc sal beriya krîzê di Nîsana sala 2008'an de jî ev rêje ji sedî 22,3 bû.

Beşa civakê ya navbera 25-34 salî de, bi giranî ketin bin bandora bêkariyê. Di Nîsana sala 2008'an de bêkariya vê beşê ji sedî 11,4, beriya salekê ji sedî 30,4 û di Nîsana sala 2013'an de jî derket ji sedî 36'an.