Li Yewnanîstanê grêva giştî
Li Yewnanîstanê grêva giştî
Li Yewnanîstanê grêva giştî
Li Yewnanîstanê, jiyan îro tevizî. Li dijî girtina qenala televîzyonê ERT û qenala radyoyê ya dewletê, li ser banga du sendîkayên mezin ên welêt, grêva giştî hat kirin. Sendîkayan bang kirin ku li sektorên gelemperî û taybet, 24 saetan kar rawestînin. Sendîkayan girtina qenala ERT jî weke "Darbeya dewletê ya bi armanca perçekirina agahiyan" bi nav kirin.
Di vê çarçoveyê de, beşeke mezin a daîreyên dewletê xizmetê nadin û rêyên hewayî, rêyên bejahî, rêyên hesinî û rêyên deryayî jî, bi kêmahî xizmetê didin. Di payîn di nava rojê de gelek çalakiyên şermezarkirinê jî bên lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî, protestoya xebatkarên qenala ERT ye, ku ji dema girtinê û vir ve li ber avahiya qenalê ne.
Rojnamevanên li qenalên televîzyonê dixebitin jî, di grevê de ne. Li ti qenaleke welêt, nûçe nayên weşandin. Rojname jî wê sibê neyên weşandin.