Li Yemenê êrîş: 20 mirî, 37 birîndar
Li Yemenê êrîş: 20 mirî, 37 birîndar
Li Yemenê êrîş: 20 mirî, 37 birîndar
Li paytexta Yemen Sanayê di encama êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî ya li hemberî Wezareta Parastinê de, 20 kes mirin, 37 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê El Qaîdeyê ve bi wesayîtên mîna ambûlansê hatin nîşandan, hatiye kirin.
Rayedarên Yemenî ragihandin ku li dû êrîşa bombeyî, komeke çekdar a unîformayên leşkerî li xwe kiribû dest bi êrîşê kiriye, lê belê piraniya êrîşkar hatine kuştin.
Televîzyona El Arabiya ragihand ku êrîşakaran nexweşxaneyeke leşkerî û du avahiyên ser bi Wezareta Parastinê dagir kirine.
Ji kompleksa li herêma Bab El Yaman a li ketina bajarê dîrokî ye, dûxan radibe.
Der barê hejmara êrîşkaran û detayên êrîşê de rayedaran heta niha daxuyaniyeke berfireh nedane.
Ji êrîşên di çend hefteyên derbasbûyî de tên kirin, baskê El Qaîdeyê yê Nîvgirava Ereb berpirsyar tê dîtin.
Li Yemenê bi taybetî li başûrê welêt di navbera hikûmetê û El Qaîdeyê de şer tê meşandin.
Dijwarbûna pevçûna navbera aliyan dibe sedem ku zêdeyî 10 mîlyon welatî di nava birçîbûnê de bijîn.