Li Wargehê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskiyê

Li Wargehê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskiyê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Turnuvayeke Futbolê ya bi navê Şehîdên Roboskiyê hat lidarxistin û Taxima Şehîdên Bêrîtan bû yekemîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi organîzasyona Komalên Ciwan a Wargehê ji bo bîranîna şehîdên Roboskiyê bi beşdariya 17 taximên futbolê turnuvayeke futbolê hat lidarxistin. Turnuva, ji aliyê ciwanên wargehê ve jî rastî eleqedariyeke mezin hat û taxima Şehîd Bêrîtan bû yekemîn.

Di derbarê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskî de Endamê Komîteya Werzîşê ya Komalên Ciwan Rêber Îke agahî da. Îke dest nîşan kir ku, wan ji bo bîranîna şehîdên Roboskiyê ev turnuva dane destpêkirin û got, “Piştî Konferansa Komalên Ciwan a Wargeha Şehîd Rûstem me plansaziyeke xwe çêkir. Ev turnuva jî yek ji biryarên Komîteya Werzîşê bû ku li Salvegera Komkujiya Roboskî rast hat û me ev turnuva bi navê Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskiyê da destpêkirin. Tura yekem bi dawî bû û îro jî tura duyem bi dawî dibe. Piştî vê jî wê maça fînalê were lîstin. ” Rêber Îke di heman demê de dest nîşan kir ku, armanca wan a di aktîvîteyên wiha de ewe ku rêxistinkirina ciwanan ne li gorî pergala serwer ya modernîteya kapîtalîst li gorî pergala xweseriya demokratîk pêş bixin. Îke, di vê mijarê de jî got, “Bi awayekî komunal rêxistinkirina ciwanan hem ji bo pêşketina ciwanan û hem jî ji bo civakê em girîng dibînin.”

Di Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Roboskiyê de Taximê Şehîd Bêrîtan û Şehîd Şervan ku man fînalê di encama maçeke bi heyecan de Taximê Şehîd Bêrîtan taximê yekemîn ê turnuvayê.

Piştî maçê ji Taximê Şehîd Bêrîtan Sadik Kara axivî. Kara dest nîşan kir ku, wek şexs û taxim di turnuvayeke wiha de cih girtin ji bo wan pir bi wate ye û got, “Ev turnuva ji bo bîranîna şehîdên Roboskiyê hat organîzekirin. Di turnuvayeke wiha bi wate de ji ber em bûn yekemîn, ji bo me şanaziyeke.”

Her wiha ji Taxima Şehîd Şervan jî Keleş Kara nêrînên xwe anîn ziman. Keleş Kara dest nîşan kir ku, di vê turnuvayê de ya girîng têde cih girtine û got, “Wek ciwanên wargehê em ê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin.”

Xelatên taximên yekemîn û duyemîn bi merasîmeke li Komalên Ciwan ya Wargehê hatin dayîn. Piştî xelatan Koma Açelya ji bo beşdarên merasîmê stran gotin.