Li Viyanayê şahiya piştgiriya bi berxwedana Gezî û Rojava re
Li Viyanayê şahiya piştgiriya bi berxwedana Gezî û Rojava re
Li Viyanayê şahiya piştgiriya bi berxwedana Gezî û Rojava re
Li paytexta Avusturaliyayê Viyanayê bi navê "Bi berxwedan Gezî û Rojava re hevgirtin" şahiyek hat lidarxistin.
Şahî li navenda bajar li Parka Sigmund Freund pêk hat. Şahî ji aliyê Komelya Federesona karkerên Demokat( (DİDF) ve hat organîze kirin. Wek qiseker nûnerê PYD’ê yê Avustiraliyayê Dr. Sabrî, Hêza Demokratîk Yekgirtî, parlementerê Partiya keskan a Avustiraliyayê Alev Korun, parlementerê partiya Keskan a Herêma Viyanayê Şenol Akkiliç, nûnerê wargeha Viyanayê Refugee Protest û Serokê DIDF’ê Coşkun Keskîn beşdar bûn.
Di axivtinên hatîn kirin de peyana piştgiriya bi berxwedana Geziyê hat dayîn, êrişên li ser Rojava jî hatin şermezar kirin. Gelê Rojavayê kurdistanê silav kirin. Hilbijatinên ku wê di 29’ê Îlonê de li Avustiraliyayê tên kirin ji nîrxandin.
Di şahiyê de gelek îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatin Komkirin. Di şahiyê de Hakan Gûrses der ket li ser dikê.
Di şahiyê de Kardeş Tûrkûler jî derket li ser dikê û bi stranên xwe yên bi Ermenî, Kurdî û Tirkî eleqeyek mezin dîtin. .