Li Viyanayê Abid Xelîl û hevalên xwe hatin bibîranîn

Li Viyanayê Abid Xelîl û hevalên xwe hatin bibîranîn

Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) li Paytexta Avusturya Viyanayê bi mebesta yekemîn salvegera şehadeta Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û hevalên wî ku di êrîşên çeteyan de jiyana xwe jidest dabûn, merasîma bîranînê lidar xist.

Ji bo bîranîna rojnamevan û Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û 4 hevalên wî ku roja 19 Mijdara 2012'an de di êrîşa komên çete de jiyana xwe jidest dabûn, li paytexta Avusturya Viyanayê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîma ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) ve li Navenda Çanda Kurdî hate lidarxistin de, li ser navê malbata Abid Xelîl Ciwan Xelîl derbarê jiyan û têkoşîna Xelîl de axivî.

Di merasîmê de her wiha li ser navê PYD'ê jî peyamek hate xwendin û Abid Xelîl û hevalên wî hatin bibîranîn.