Li Venezûelayê li dijî bêrêtiyê dê tedbîrên nû bên girtin

Li Venezûelayê li dijî bêrêtiyê dê tedbîrên nû bên girtin

Kongreya Venezûelayê, ji bo li dijî bêrêtiyê têbikoşe û aboriyê sererast bike erka pêwîst da Serokdewlet Nîcolas Madûro.

Kongreya Venezûelayê, ji bo li dijî bêrêtiyê têbikoşe û aboriyê sererast bike wezîfe da Serokdewlet Nîcolas Madûro. Di dema dengdana li kongreyê de bi sedan sempatîzanên Partiya Sosyalîst jî li derve radiwestiyan. Biryar ji aliyê sempatîzanan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Li dû dengdanê Madûro got, "Ji ber ku şansê pêşketinê yê 12 mehên pêş dan, ez ji piraniya parlamenterên welatparêz û sosyalîst re spas dikim."

Madûro ji bo gelê li derveyî kongreyê radiwestiya got, "Ev şev ji bo serketina gel e. Kê got şoreş qediyaye."

Li dû dengdana duh bi şev, tê payîn Madûro di du nuqteyan de bikeve nava tevgerê. Ya yekemîn, para karê ya kargehan dê ji sedî 30'an dakeve ji sedî 15'an. Li dijî zêdebûna buhayan dê plana bi navê parastina aboriyê dikeve meriyetê. Ya duyemîn jî; ji bo kontrokirina firotina Dolar dê saziyek bi dewletê ve girêdayî ava bibe.

Mûxalefet jî xetere dibîne ku erk li nuqteyekê kom dibe. Koalîsyona Yekitiya Demokratîk di daxuyaniya nivîskî de got, "Enflasyon bi qanûnan nayê astengkirin. Divê polîtîkayeke aboriyê ya zane bê meşandin."