Li Ûkraynayê xwepêşandêr hewl didin têkevin avahiya Serokkomariyê
Li Ûkraynayê xwepêşandêr hewl didin têkevin avahiya Serokkomariyê
Li Ûkraynayê xwepêşandêr hewl didin têkevin avahiya Serokkomariyê
Li Ûkraynayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê zêde dibin. Xwepêşandêran rêyên diçin avahiyên hikûmetê yên li paytext Kîevê girtin.
Li Ûkraynayê xwepêşandêrên polîtîkayên desthilatdariyê protesto dikin, li Kîevê ber bi avahiya Serokkomariyê ve dimeşin. Hejmara xwepêşandêran gihaşt sed hezaran.
Ji ber ku Serokkomar Vîktor Yanûkovîç peymana hevkariya bi Yekitiya Ewropayê û peyamana bazirganiya serbest mor nekir, xwepêşandêr daketin kolanan. Çalakgeran beriya niha ketibûn hundirê avahiya meclîsa şaredariyê.
Di nûçeya rojnameya "Rastiya Ûkrayna" ya agahiyên xwe dispêre televîzyona dewletê de, xwepêşandêr bi buldozeran ajotin ser otobusên tîmên polîsan ên taybet ên bi navê "Berkut" ku avahiya Serokkomariyê diparêzin û bombeyên mij û keviran diavêjin avahiyê.
Çapemeniya Ûkraynayê diyar kir ku pevçûnên navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê dewam dikin û xwepêşandêr hewl didin avahiya Serokkomariyê bi dest bixin.
Di xwepêşandanên li paytext Kîevê duh jî pevçûn derketibû. Di xwepêşandanên duh de hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandêran gaza îsotê û bombeya gazê bikar anî. Di pevçûnan de gelek xwepêşandêr û polîs birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Mîhaîl Zaharçenko ji ber destwerdana bêkontrol a polîsan li xwepêşandêran, lêborîn xwest.
KONSOLOSIYA STENBOLÊ HAT VEKIŞANDIN
Di dema pevçûnan de Ûkraynayê bang li Serkonsolosê xwe yê li Stenbolê kir ku vegere. Hat ragihandin ku ji ber Serkonsolos di Facebookê de destwerdana polîsan a li xwepêşandêrên alîgirên Yekitiya Ewropayê şermezar kiriye, hatiye vekişandin.