Li Ukraynayê protestovana avahiya hikumetê dorpêç kir

Li Ukraynayê protestovana avahiya hikumetê dorpêç kir

Li Ukraynayê careke din îro muxalefetê derdora avahiya lijneya wezîran dorpêç kir.

Li Ukraynayê hewildanên muxalefetê ên rûxandina hikumetê bê encam man. Hikumeta di bin serokatiya Serokwezîr Nîkolay Asarov duh di parlementoyê de dengên piştgiriyê girtin. Lê belê protestoya bi deh hezaran kesên li paytext Kievê bidaxwaza îstîfakirina hikumet û Serok Komar Vîktor Yanukovîç berdewam dike.

Protestovanan îro di demjimêrên sibehê de derdora avahiya Lijneya Wezîran dorpêç kir.

Yekemîn rûniştina ku piştî Hikumeta Asarov dengên piştgiriyê girtin dê bê kirin, tê gotin ku ji ber protestoyan dibe neyê kirin.

Serokwezîrê berê yê Ukraynayê Yulya Timoşenko ku di girtîgehê de ye, bang li Yeketiya Ewropayê kir ku, piştigiryê bide muxalefeta Ukraynayê. Di peyama ku keça Timoşenko Yevgeniya Timoşenko dayî hate gotin ku, pêwîste YE destûrê nede polîtîkayên otorîter yên Yanukovîç.

Yevgeniya Timoşenko da diyarkirin ku, li rexmî ku dayîka wê heşt roje di çalakiya birçîbûnê de jî rewşa wê başe.

Duh li Brukselê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Andres Fogh Rasmussen li ser mijarê axivî û got: “Em li Ukraynayê tundiya zêde ya li dijî xwepêşandanên aştiyane şermezar dikîn. Em hemû aliyan vedixwînin ku xwe ji tundî û sorkirinê dûr bixiwin.”

Wezîrê Têkiliyên Derve yên Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê John Kerry ku jib o civîna Wezîrên Derve ên NATO li Brukselê ye, banga îtîdalê li rêveberiya Kievê kir. Kerry got: “Em li bendêne ku hikumeta Ukraynayê guh bide gelê xwe yê dixwaze azad bijî.” Kerry da diyarkirin ku, “Em ji hemû aliyan dixwazin ku, xwe bi awayekî aştiyane îfade bikin. Li welatekî modern yê Ewropayê cihê tundiyê tuneye.”