Li Ukraynayê partiyên 'alîgirên YE' hilbijartin qezenç kirin
Li Ukraynayê partiyên 'alîgirên YE' hilbijartin qezenç kirin
Li Ukraynayê partiyên 'alîgirên YE' hilbijartin qezenç kirin
Li Ukraynayê ku nêzî saleke krîz lê heye, partiyên alîgirên Yekîtiya Ewropayê (YE) di hilbijartinên giştî de bi ser ketin. Ji bilî herêmên bi Rûsî diaxivin Donetsk, Luhansk û Kirim a ket bin serdestiya Rûsyayê, li herêmên din ên deng lê hatin bikaranîn, di arena partiyên siyasî de guhertinên cidî rû dan.
Di hilbijartinên parlamentê de ku bang li 36 mîlyon hilbijêrî hat kirin ku dengê xwe bikar bînin, rêxistinbûyîna bi navê "Bloka Poroşenko" ya destekê dide Serokkomar Petro Poroşenko, ji sedî 23 ê dengan stend û bû yekemîn. Di anketên beriya hilbijartinê de dihat texmînkirin ku ev bloka li derdora ji sedî 30 ê dengan bistîne, lewma ev encam weke têkçûneke qismî ya Poroşenko hat şîrovekirin.
Partiya Serokwezîrê rast-lîberal Arsenî Yatsenyuk 'Eniya Gel) di hilbijartinan de zêdeyî bendewariyan deng stend û ji sedî 20,7 ê dengan wergirt. Partiya bi navê Liberal Zamopomoşç jî bi awayekî surprîz ji sedî 13 ê dengan stend û bû hêza sêyemîn a derket pêş.
Partiya Yekîtiya Welatê Tevahiya Ukraynayê (Batkiwşçina) ya Serokwezîra Berê Yulîa Tîmoşenko bi tenê ji sedî 5,6 ê dengan stend û bi zorê bend derbas kir. Di hilbijartinan de Partiya Radîkal a rastgirê tund Oleg Lyaşko ji sedî 6,4 û Swoboda yê rastgir jî ji sedî 6,3 ê dengan stend.
DEMA RÛSAN DENG BIKAR NEANÎN, HÊZA PARTIYÊN ALÎGIRÊN RÛSYA QELS BÛ
Di hilbijartinan de, Partiya Komunîst a ji dema Sowyetan û vir ve her tim di parlamentê de hatiye temsîlkirin, derb xwar. Partiyê vê carê benda ji sedî 5'an derbas nekir û li derveyî parlamentê ma. Partiya bi navê "Ukrayna Xurt" aj i navên ji Partiya Herêman a Serokdewletê berê Viktor Yanukoviç benda ji sedî 5'an derbas nekir. Rêxistinbûyîna alîgirê Rûsyayê ya bi navê "Bloka Mûxalefetê" ji sedî 7,6 ê dengan bi dest xist û mafê ketina parlamentê qezenç kir. Sedema wergirtina dengên kêm ên partiyên nêzî Rûsyayê, weke tevlîbûna kêm a li herêmên bi Rûsî diaxivin li hilbijatinan, hat nîşandan.
LI ROJHILAT SINDOQ VALA MAN
Li herêmên ku bi giranî Rûsî lê tê axaftin, eleqeya ji bo hilbijartinê qels bû. Li girava Kirimê ya di bin kontrola Rûsyayê de hilbijartin nehat kirin, li herêmên Donetsk û Luhansk ên beşek jê di bin kontrola milîtanên Rûs ên alîgirên serxwebûnê de ne, tevlîbûneke kêm li hilbijartinê çêbû. Ji ber ku li herêmên rojhilat hilbjiartin nehatin kirin, ji bo Parlamenta Ukraynayê ya ji 450 kursiyî, bi tenê 423 nûner hat hilbijartin.
Komên Rûs ên li Donetsk û Luhanskê ku 'komarên gel' îlan kiribûn, dabûn xuyakirin ku ew ê di 2'ê Mijdarê de hilbijartinên alternatîf lidar bixin.