Li Tunusê siyasetmedarekî din jî hat qetilkirin

Li Tunusê siyasetmedarekî din jî hat qetilkirin

Li Tunusê Lîderê Tevgera Gel û Parlamenter Muhammed Brahmî li ber mala xwe hat qetilkirin. Muhammed Brahmî, li semta Arîana ya paytext Tunusê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat.

Şahidên bûyerê dan diyarkirin ku dema Brahmî ji erebeya xwe daket rastî êrîşa du kesan hatiye. Televizyona Watanya jî destnîşan kir ku 11 gulle berdane Brahmî. 

Muhammed Brahmî yê 58 salî,  Endamê Damezrînerê Meclîsa Tunusê bû. Brahmî ku bi rexneyên xwe yên li hemberî Partiya Ennahda ya di desthilatdariyê de ye tê naskirin, siyasetmedarê duyemîn e yê rastî suîqestê tê.    

Di meha Sibatê de yek ji muxalifên çepgir Şukru Belaîd jî li ber mala xwe hatibû qetilkirin.