Li Tûnûsê dê hikûmet dawiya cotmehê îsifa bike
Li Tûnûsê dê hikûmet dawiya cotmehê îsifa bike
Li Tûnûsê dê hikûmet dawiya cotmehê îsifa bike
Li Tûnûsê partiya desthiladar Partiya Ennahda di çarcoveya nexşe rêya li gel mûhalegetê de sozda ku dawiya Cormehê de îstifa bike. Di nexşe rê de tê destnîşan kirin ku wê di nava 3 hefteyan de hikûmetek serbixwe bê avakirin.
Li welat Ji bo rê ji çareseriya krîzê re bibîne ji aliyê 4 navbeyînkaren ve nexşeya rê hat amadekirin. Di nexşeya rê de tê pêşnîtinin ku heya dawiya hefteya pêşiya me de serokwezîrekî serbixwe bê diyar kirin. Serokwezîrê nû jî dinava du hefteyan de kabîneya hikûmetê saz bike.
Piştî nîrxandinên berfireh lîderê Partiya Ennahda Reşîd Ghannûşî li gel rêveberên mûhalefetê li pêş çapemeniyê metn îmze kir.
Hevalbendên Ennahdayê Partiya Kongreya Cumhûriyetê ya dibin rêveberiya Munsef Marzukî de berterefbûna metnê nepejirand.
Piştî ku di meha Şûbatê de lîderê mûhaleretê Şukru Belayîd li gel Muhammed Brahmî bi sûîqastekê jiyana xwe jidest da welat ket nava krîzê. Li gel rewşa aboriyê zehmet jî bû, Hikûmeta Ennahda pejirand ku piştî serkeftina 23’ê Cotmehê 2011’an de îstafa bike.
Her wiha nexşe rê wê bi beşdar bûna hemû refên siyasî û diyaloga welat pêkwere, dinava 4 hefteyan de mekezagona nû û diroka hilbijartinê bê diyar kirin.