Li Tunusê 42 parlamenteran a xwe paşde kişand

Li Tunusê 42 parlamenteran a xwe paşde kişand

Li Tunusê xwepêşandanên protestoyî yên piştî ku parlamenterê çepgir Muhammed Brahmî hat qetilkirin pêş ketin, rastî mudaxeleya polîsan hatin û kesekî 45 salî di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Her wiha 42 parlamenterên muxalefetê jî ji bo Meclîsa Damezirîner fesh bibe û hukûmet bikeve dan xuyakirin ku xwe paşde kişandine. 

Endamê Eniya Gel a koalîsyona partiyên çepgir ku Brahmî jî endamê wê bû Muhammed Muftî li bajarê Gafsa di mudaxeleya polîsan a li hemberî xwepêşandanên derengiya şevê de bi giranî birîndar bû. Muftî yê bombeya gazê li serê wî ket paşê jiyana xwe ji dest da. Tê îdiakirin ku dema çalakvanan dixwest avahiya walitiyê dagir bikin vê bûyerê rû daye.   

Piştî ku Muhammed Brahmî di 25’ê Tîrmehê de li ber mala xwe ya paytext Tunusê bi 14 gulleyan hat qetilkirin di 26’ê Tîrmehê de li giştî welêt grev pêk hat. 

Di xwepêşandanên roja Pêncşem û Înê de li gelek bajaran buroyên Partiya Îktîdarê Ennahda û avahiyên fermî hatin şewitandin.

Roja înê şîna neteweyî hat îlankirin. Ji bo Brahmî wê îro li Goristana El Jellaz merasîma cenazeyê were kirin. Li welat alozî di asta herî jor de ye.

Roja înê di derengiya şevê de 42 parlamenterên muxalefetê dan diyarkirin ku bi daxwaza feshkirina Meclîsa Damezirandinê û hukûmet bikeve xwe paşde kişandine. Di civîna ku di derengiya şevê de hat lidarxistin de Khemaîes Ksîla, da xuyakirin ku ev merheleya yekemîn e ji bo feshkirina Meclîsa Damezirîner çûna hukûmetê.  Her 42 parlamenter di nav “Ji bo Tunusê Yekîtî” ya li derdora Partiya Nîdaa Tunes a ji gelek partiyan pêk tê de cih digirin. Ev parlamenter di heman demê de endamên Eniya Gel û “Tifaqa demokratîk” a çepgir in jî.

Rêveberê Partiya El Cumhurî pêşniyara kir ku nivîsandina destûra bingehîn teslîmî komîteyeke ji pisporan pêk tê were kirin û di heman demê de  “Hukûmeta Selameta Neteweyî” were avakirin. Parlamenteran îstîfa nekirin lê belê kar û barên Meclîsa Damezirîner boykot dikin.