Li Tûnisê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin
Li Tûnisê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin
Li Tûnisê xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin
Li Tûnisê bi dehhezaran kes, ji bo îstifakirina hikûmetê li çalakiyan bûn. Piştî kuştina lîderê mûxalîf Mûhammed Brahîmî, ji meha Tîrmehê û vir ve Tûnis her tevlîhev e. Dijberên Partiya Ennahda ya li deshilatdariyê, ji bo hikûmet îstifa bike, duh êvarê çalakî lidar xistin.
Li Tûnisê, roja 13'ê Tebaxê ji ber ku di sala 1956'an de ji bo jinan qanûnek ji parlamentê derket, weke 'roja jinan' tê pîrozkirin. Mûxalîfan ev roj bi zanebûn ji bo çalakiyê hilbijartin û dirûşmên "Tûnis azad e, Biratiya Misliman derkeve derve", "Tûnis Misliman e, lê ne Îslamperest e" qêriyan.
Di çalakiyê de, hevsera Şukru Belaîd Besma Xalîfî jî amade bû û hevserê wê di meha Sibatê de bi heman rengî di encama sûîkastekê de hatibû kuştin. Xalîfî got, "bi ketina vê hikûmetê re kêfxweşiya me wê temam bibe" û destnîşan kir ku jinên Tûnisî wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Eniya Selamatiya Millî ya li Tûnisê ji rastgiriya navendî heta çepgiriya radîkal hemû mûxalîfan di bin sîwanê xwe de vedihewîne, bi dirûşma "bicehime" ku dirûşma şoreşa 2011'an bû, kampanyayek da destpêkirin. Mûxalîf dixwazin rêveberên herêmî yên ji aliyê Ennahda ve hatine wezîfedarkirin, biçin.
Koalîsyonê di heman demê de ji 24'ê Tebaxê û pê ve biryara çalakiyên giştî da ku hikûmet bê xistin. Mûxalîfên dixwazin hikûmeta damezrîner hilweşe, dixwaze ji rizgarîxwazan hikûmetek bê avakirin.
Ennahda jî, pêşniyarên mûxalefetê red kir.