Li Tûnisê rewşa xetimandî ya siyasî dewam dike

Li Tûnisê rewşa xetimandî ya siyasî dewam dike

Li Tûnisê, rewşa xetimandî ya siyasî her kûr dibe. partiya Ennahda ya li deshilatdariyê û mûxalefet, helwestên xwe dewam dikin. Serokê Ennahda Raşîd Ganûşî pêşniyara avakirina hikûmeteke ji teknokratan, careke din red kir.

Piştî kuştina lîderê çepgir Şukru Belayîd û parlamenterê mûxalîf ê çepgir Mûhammed Brahmî yên di mehên Sibat û Tîrmehê de, Tûnis careke din rewşeke xetimandî ya siyasî dijî. Ji hevdîtinên navbera sendîkaya bi hêz UGTT û Ennahda, ti encam derneket. Her navbeynkariya DYE ya bi rêya Sefîrê Bilind ê Tûnisê Jacob Walles jî, bi ser neket. Ji bo derketina ji krîzê, teqwîmek nehat diyarkirin. Mûxalefet dixwaze hikûmetek ji teknokratan bê avakirin û Meclîsa Damezrîner were betalkirin.

Lîderê partiya Ennahda Raşîd Ganûşî ku ji kuştinên siyasî berpirsyar tê girtin, pêşniyara avakirina hikûmeteke ji teknokratan red kir. Ganûşî diyar kir ku bi şertê hemû partiyên siyasî were temsîlkirin, ew dikarin hikûmeteke yekitiya netewî qebûl bikin. Li gorî Ganûşî rêya yekena ya çareseriya pirsgirêkên aborî û siyasî yên li welêt, hikûmeta yekitiya netewî ye.

Mûxalefeta ku roja 13'ê Tebaxê bi hezaran kes daxist kolanan, îstifa hikûmet û meclîsa netewî ya damezrîner dixwaze. Dijberên Ennahda bi fikarin ku destûra bingehîn a nû û qanûna nû ya hilbijartinê destê Îslamperestan ên li welêt, xurtir bikin.