Li Tûnisê banga dijderketina sivîl

Li Tûnisê banga dijderketina sivîl

Di deshilatdariya Ennahda de, ku weke AKP ya Tûnisê tê nirxandin, duyemîn bûyera kuştinê ya siyasî rû da. Li dû kuştina lîderê mûxalîf ê çepgir Şukru Belayîd a beriya şeş mehan, parlamenterê Meclîsa Damezrîner Mûhammed Brahîmî li ber mala xwe hat kuştin. Bi hezaran kes daketin kolanan û xwestin hikûmeta Ennahda îstifa bike. Eniya Gel a Koalîsyona Çep jî banga dijderketina sivîl kir.

Li Tûnisê ku pêvajoya jê re "Bihara Ereb" tê gotin lê destpê kir, piştî "Şoreşa Yasemîn" Partiya Ennahda ya Îslamperest hat ser deshilatdariyê, lê bi xwe re bûyerên kuştinê yên siyasî xist jiyana rojane ya Tûnisiyan.

Kuştina lîderê mûxalîf Şukru Belayîd a 6'ê Sibatê li ber mala xwe, li gelemperiya welêt bûbû sedema protestoyên mezin û krîzeke mezin siyasî derketibû. Malbat û xizmên Belayîd, ji kuştinê yekser hikûmet û serokê partiya Ennahda berpiryar girtibû.

Piştî protestoyan, hikûmeta Ennahda atmosfereke ku mîna ji bo demekê xwe vedikişîne afirand. Lê belê îro ji Tevgera Gel endamê Meclîsa Damezrîner Mûhammed Brahmî li ber mala xwe rastî êrîşa du kesên bi motorsîkletê hat. Brahmî bi 11 fîşekan hat kuştin. Belayîd jî bi heman rengî hatibû kuştin. Berpirsyariya êrîşan kesî ne girt ser milê xwe.

MALBATÊ, ENNAHDA BERPIRSYAR GIRT

Malbata Brahmî, ji bûyera kuştinê Ennahda berpirsyar dibîne. Xuşka Brahmî Şîba Brahmî got, "Diket dilê malbata me ku tiştê hatiye serê Şukru Belayîd wê bê serê Mûhammed jî."

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Gel Mûhsen Nabtî, bi girî li radyoyê daxuyaniyek da û got, "Mûhammed Brahîmî hat kuştin, li pêşberî hevser û zarokên wî gule li bedena wî hatin reşandin."

Parlamenterê bajarê Sîdî Bûzîd Brahmî yê 58 salî, ji temenê xwe yê xwendekariyê ve, bi awayekî çalak xebatên çepgiriyê dimeşand. Bajarê Sîdî Bûzîd, weke cihê destpêkirina şoreşa Tûnisê ya sala 2011'an balê dikşîne. Brahmî ku Serokê berê yê Tevgera Gel bû, beriya niha bi demeke kurt partiyeke nû ya bi navê Attayar Eşaab (Herikîna Gel) ava kiribû. Brahmî bavê pênc zarokan bû. Brahmî rexneyên tund li hikûmetê dikir.

DI DEMA BÎN ALÎ DE DU CARAN HAT GIRTIN

Di dema Bîn Alî yê bi Şoreşa Tûnisê têk çû, di navbera salên 1981 û 1986'an de du caran girtin. Brahmî, di dema dîktatoriyê de di sala 2005'a de bi awayekî dizî Tevgera Xwendekarên Ereb ên Yekitîparêz û Pêşverû ava kir û piştî rejîma Bîn Alî hilweşiya, Tevgera Gel damezrand. Roja 7'ê Tîrmehê ji ber endametiya xwe ya li nava Eniya Gel, ji vê tevgerê hate dûrxistin. Eniya Gel a bi însiyatîfa Şukru Belayîd hat avakirin, rêxistinên çep di bin sîwanê xwe de vedihewîne. 

Kuştina Brahmî li 56. salvegera îlana Komara Tûnisê rast hat. Parêzer Mabrûk Hûrşîd got, "Di rojeke ku Komar Tûnisê dihat pîrozkirin de, parêzvanekî demokrasiyê bi xwînsarî hat kuştin."

Rejîma Bîn Alî bi xwe jî newêrîbû serî li van kuştinên siyasî bide. Civaka Tûnisê ji kuştinên nû yên siyasî, gumanan dike. Şukru Belayid beriya bê kuştin dabû xuyakirin ku di destê hikûmetê de lîsteyeke mirovên werin kuştin, heye. Belayid her weha eşkere kiribû ku deshilatdariya Ennahda li Tûnisê kampên perwerdeyê ava kirine ku lê şervanan perwerde bike û bişîne Sûriyê.

Piştî Brahmî hat kuştin, bi hezaran kes daketin kolanên paytexta Tûnisê û li ber Wezareta Karên Hundur kom bûn. Tûnisiyên kuştinê protesto dikin, dixwazin hikûmet îstifa bike.

JI ENIYA GEL BANGA DIJDERKETINA SIVÎL

Piştî bûyera kuştinê, partiyên demkoratîk li gorî dema herêmê saet di 17.00'and e li avahiya Eniya Gel hatin cem hev û bang kirin ku bi dijderketina sivîl hikûmet were hilweşandin, Meclîsa Damezrîner bê betalkirin, hikûmeteke ji bo selameta gel bê avakirin û roja Brahmî bê veşartin, grêva giştî were îlankirin. Sendîkaya ÛGTT ku di hilweşandina rejîma Bîn Alî de roleke mezin lîst, da xuyakirin ku ewê di 26'ê Tîrmehê de biçin grêva giştî.

Ev bûyera kuştinê, di heman demê de li pêvajoyeke ku li Misrê mûxalefeta civakî rabû ser piyan û piştre darbeya leşkerî pêk hat, rast hat. Çawa ku Tirkiye, Erebîstana Sûdî û Qatarê piştgiriya madî û siyasî dan Birayên Misliman ên li Misrê, heman piştî dan Ennahda ya li Tûnisê.