Li Toûloûsê du belge fîlmên qala jinên Kurd dike hate nîşandan

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê du belge fîlmên ku qala jinên Kurd dike hate nîşandan.

Du belge filmên bi navê “Kurdistan: Şerê keçan” û “Rojava: Şoreşa jinan” yên derhêner Mylène Sauloy hate nîşandan.

Rojava Duşemê herdu belge fîlm hate nîşandan û eleqeyek mezin ji bo fîlman hate nîşandan. Herdu belge fîlm qala têkoşîna azadiya jinên Kurd û Rojava dike. Hate ragihandin ku dahata çalakiyê wê ji bo Rojava were veguhestin.

Nîşandana fîlman li sînemaya Tournefeuille Utopia di roja 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyêd ostên Kurd Marc Manegerie, sînemeya Utopia, Les Amis du Monde Diplomatique’nin (Dostên Le Monde Diplomatique) hate lidarxistin û zêdetirî 300 kes beşdar bûn.

Piştî nîşandana fîlman Manegerîe têkildarî dîroka Kurdan agahî da û derhêner jî pirsên têkildarî têkoşîna jinên Kurd û konfederalîzma demokratîk bersivand. Di şeva çalakiyê de muzîka Kurdî hate nasandin û konserek hate dayîn. Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.