Li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa penaberên Sûriyeyê zortir dibe
Li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa penaberên Sûriyeyê zortir dibe
Li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa penaberên Sûriyeyê zortir dibe
Şaxa MAZLUM-DER a Stenbolê di rapora ku têkildarî rewşa penaberên Sûriyeyê de amade kiriye de destnîşan kir ku hejmara penaberên Sûriyeyî gihiştiye milyonekê, bi qasî 100 hezar kesên ji wan li Stenbolê dijîn.
Şaxa MAZLUM-DER a Stenbolê rapora bi navê “Li Tirkiyeyê Penaberên Sûriyeyî-Mînaka Stenbolê” ku têkildarî rewşa penaberên Sûriyeyî de amade kiriye bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de ligel Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUM-DER Halîm Yilmaz ê rapor amade kiriye, Îbrahîm Caner û tevkarî ji amadekirina raporê re kiriye û Endamê MAZLUM-DER Hasan Basrî Bulbul beşdar bûn. Di civînê de destpêkê Alîkarê Serokê Giştî yê MAZLUM-DER Halîm Yilmaz axivî û rapora amade kirine pêşkêş kir. Yilmaz got ku armanca wan a di amadekirina raporê de ev e ku ji aliyê raya giştî, rêveberiyên herêmî, şaredarî û hikûmetê de hasasiyetek çêbibe, alîkarî bi awayekî sîstematîk bên rêkûpêkkirin û koordînasyonek çêbibe.
'Penaberên li derveyî wargehan ji her derfetî bêpar in’
Yilmaz diyar kir ku rapor bi awayekî bi giştî der barê rewşa esasî ya penaberên Sûriyeyê yên li Stenbolê dijîn tespît û pêşniyaran dike. Her wiha got ku 200 hezar penaber li 8 cihên bajarên cuda di 17 wargehên penaberan de dijîn, 300 hezar penaber li derveyî wargehan ku dijîn 500 hezar penaber li Tirkiyeyê hene û tevî yên ku qeydên wan nehatine çêkirin ev hejmar gihiştiye milyonekê.
'PIRSGIRÊKA HERÎ BINGEHÎN TENDURISTÎ YE'
Yilmaz di axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirêka herî bingehîn a penaberan tenduristî ye û rewşa jinên ducanî, yên nexweşiyên wan ê demdirêj hene hîn xerabtir e û zarok ji derfetên xwendin û tedawiyê bêpar in. Yilmaz der barê penaberên ku kar jî dikin de diyar kir ku mafê wan tên xwarin û bi heqdestekî kêm tên xebitandin.
'DIVÊ JI BO PENABERAN DERFETÊN TENDURISTIYÊ BÊN BICIHANÎN'
Yilmaz têkildarî mijarê ev xal diyar kirin: "Qeydên gelek penaberan nehatine çêkirin. Divê hemû penaber bê ku cudatiyek bê kirin werin qeydkirin. Divê qet penaberan neşînin derveyî welêt. Dîsa divê gotinên dijmintiya kesên xerîb û nefretê bi bîr dixin ên ji aliyê kesên polîtîkaya derve ya hikûmetê naecibînin tên bikaranîn, bên terkkirin. Pêwîst e hikûmet li tevayî bajaran giştînameyekê derxe, derfetên tenduristî û hwd. bi cih bîne. Pêwîst e rêveberiyên herêmî û şaredarî di alîkariyên xwe de di nav koordînasyon û hevkariyekê de bin. Di çarçoveya derfet û pêdiviyan de cihên xwarinê bên vekirin.”