Li Taylandê protesto dewam dikin

Li Taylandê protesto dewam dikin

Li paytexta Tayland Bankokê, mûxalîfên bi rojane li qadên protestoyê ne dan xuyakirin ku ewê avahiyên hikûmetê dagir bikin. Di pevçûnên duh ên navbera alîgir û dijberên hikûmetê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.

Protestoyên ji bo têkbirina Serokwezîr Yînglûck Shînawatra yên li Taylandê ev meheke dewam dikin. Ji îro danê sibê û pê ve li avahiyên hikûmetê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin stendin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirin.

Ji senatorên Partiya Demokrat a li mûxalefetê Sûthep Thaûgsûban got, "Divê em aramiya xwe biparêzin. Dema em ketin hundirê avahiyan, divê em serî li dijwariyê nedin." Alîgirên Partiya Demokrat di protestoyan de bi alên Taylandê timî li pîspîsk û çepikan xistin.

Dijberên hikûmetê, îro kanala PBS TV ya li Bangkokê dagir kirin. Çalakgerên din jî klubeke sporê ya serokwezîr Yînglûck Shînawatra jî di hundir de bû, dagir kirin. Rayedaran diyar kirin ku Shînawatra di bin ewlekariya polîsan de birine cihekî ewle.

Mûxalefet, li dû protestoyên hefteya derbasbûyî ku nêzî 150 hezar kes beşdar bûn, ji bo serketinê îro banga çalakiyên xurtir kiribû. Mûxalefet beriya pîrozbahiyên rojbûna Kralê Taylandê Bhûmîbol dixwaze protestoya herî mezin lidar bixe. Di rojên ku rojbûna Kral were pîrozkirin de, ne gengaze ku çalakiyên protestoyî werin lidarxistin.

Di nava sedemên protestoyên mûxalîfan de, tifaqa neheqî ya navbera bûrjûvazî û nerazîbûna li dijî komên kraliyetperest ên radîkal, cih digirin. Her wiha ji bo protestoyan weke sedemekê tê nîşandan ku Serokwezîrê berê mîlyardar Thaksîn Shînawatra ku birayê serokwezîrê niha ye, tevî ku bi darbeyê ji wezîfeyê hat girtin û li sirgûnê dijî jî, di nava hikûmetê de rola biryardayînê dileyze. Mûxalefet diyar dike ku sîstema bi bêrêtiyê hatiye avakirin, ji aliyê birayê serokwezîrê berê û serokwezîrê niha ve tê rêvebirin.