Li Taylandê mûxalefet ket avahiyên hikûmetê

Li Taylandê mûxalefet ket avahiyên hikûmetê

Li Taylandê, mûxalefeta ku bi daxwaza îstifaya hikûmetê zêdeyî meheke çalakiyê protestoyî lidar dixe, ket hundir avahiyên hikûmetê. Hat ragihandin ku ji bo dijwarî zêde nebe hikûmetê ferman daye polîsan ku destwerdanê nekin.

Li Taylandê mûxalefeta sosyalîst a bi hefteyane hikûmetê protesto dike, ket hundirê avahiyên hikûmetê. Berdevkê hikûmetê Teerat Ratanasevî daxuyaniyek da û got, "Protestovanan diyar kirin ku ew dixwazin kontrola avahiyên hikûmetê bi dest bixin. Ji bo pevçûn zêde nebe hikûmetê ferman da polîsan ku destwerdanê nekin."

Serokwezîrê Taylandê da xuyakirin ku banga "îstifayê" ya mûxalefetê ji ber 'li dijî destûra bingehîn e' ew red dike û ewê dest ji wezîfeya xwe bernede.

Serokwezîr Yînglûck Shînawatra diyar kir ku ew ji muzakereyan re vekiriye, lê belê radestkirina rêveberiya welêt bo rêxistinbûyîna siyasî ya bi navê "Konseya Gel" ku tê xwestin, 'li dijî destûra bingehîn e.' 

Nûçegîhanê Reutersê yê li herêmê ragihand ku dema Serokwezîr Yînglûck Shînawatra li avahiyan bû, polîsan xwe vekişandine.

Bi hezaran xwepêşandêran kontrola navenda polîsan xistin destê xwe. Piştî ku polîs ji cihê xwe yê wezîfeyê vekişiyan, endamên mûxalefeta sosyalîst li navenda polîsan bicih bûn.

Maseya krîzê jî da zanîn ku ji bo kêmkirina tansiyonê polîsan bend rakirine û bi vî rengî protestovanan xwe gihandine navendê. Serokwezîrê Taylandê ji bo pîrozbahiyên 86. rojbûna Kralê Taylandê Bhûmîbol çû bajarê Hûa Hîn. Di dema pîrozbahiyên rojbûna Kral de wê navebr ji protestoyan re bê dayîn.

Mûxalefeta ku bi hefteyane li protestoyane diyar dike ku Serokwezîr Yînglûck Shînatwatra kûklayê serokwezîrê berê Thaksîn Shînawatra ye ku di sala 2006'an de bi darbeya leşkerî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û îro li sirgûnê dijî.

Tevî ku Serokwezîr Shînawatra wezîfeya xwe dewam dike jî, mûxalefetê serketina xwe îlan kir.

Protestoyên li Taylandê ku pêla wê ya dawî di 24'ê Mijdarê de destpê kiribû, heta roja Şemiyê bi awayekî aştiyane bûn. Di xwepêşandanên dawiya hefteyê de, di dema çalakiyên li hemberî bendên polîsan ên li dora Serokwezaretî û avahiyên Walîtiyê de, polîsan gaza çavan dişewitîne û ava şid bikar anîn.

Çalakî bi pêşengiya komeke mûxalîf a bi navê Tevgera Demokrasî ya Sivîl pêk tên.