Li Taksîmê polîsan êrîşî girseyê kir

Li Taksîmê polîsan êrîşî girseyê kir

Girseya ku bi banga li ser  tora civakî li qada  Tûnelê  hatîn cem hev ji bo prodesto kirina rêya li  ODTÜ' yê ne yê çê kirin û berdewanbûna  piştgiriya ji bo  berxwedanê re  dema xwestin bi meşîn rastî êrîşa polîsan hatin. Parka Geziyê disan ji girseyê re hat girtin.

Ji bo protesto kirina rêya li ODTÜ’ yê tê çêkirin, piştigrya bi berxwedanê re û destwerdana polisan a duh pêkhatî bê prodesto bikin bi ser tura civakî bi banga “Em li Taksîmê hev bibîn” li qada Tunelê bi hezaran kes hatin cem hev.

Girseya ku di destê wan de pankarta "Berxwe bide ODTÜ,  stambol li gel te ye" li ser rêyê Îstiklalê berbi Taksîmê ve meşiyan, piştî 200 metreyan ji aliyê polisan ve rê hat birîn. Li himberî polîsan diroşmeyên "Her der berxwedan, her der ODTÜ", "Berxwe bide ODTÜ Taksîm li gel te ye", "Ji yên ODTÜ’yê dikevin hezar silav" avêtin. Girseya ku xwest benda polîsan derbas bike, polîsan bi job û mertalan êrîş kir li ser wan.

Li mile din Polîs destorê nade çûyin û hatna girseyê li  Parka Geziyê. Zêdebûna polîsan li qada Taksîmê û li ser rêya Îstiklalê bala mirov dikêşe.