BI DÎMEN

Li Swîsreyê pêşangeha wêneyan a 'Girtiyê Azad' hat pêşandan

Pêşangeha wêneyan a bi navê "Girtiyê Azad" ku ji aliyê komeleya Vereîn Tigris-Euphrat a li Swîsreyê xebat dimeşîne ve hat organîzekirin, berhemên sê hunermendên girtî yên li girtîgehên dewleta Tirk bi hunerhezan re anî cem hev.

PÊŞANGEHA 'GIRTIYÊ AZAD'

Li Swîsreyê bi pêşengiya komeleya Vereîn Tigris-Euphrat pêşengeha wêneyan a bi navê ‘Girtiyê Azad’ hat organîzekirin. Pêşangeha ku li Salona Offene Kîrche ya kantona St Gallenê hat vekirin, wê heta 27 'ê Gulanê mêvanan pêşwazî bike.

Di pêşangehê de tablo, karîkatur, helbest û nivîsên ku ji aliyê girtiyên siyasî Aynûr Eplî, Ferhan Mordenîz û Mehmet Bogatekîn ve li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê tên ragirtin ve hatine amadekirin hene. Di heman demê de kesên dixwazin ji bo girtiyan name binivîsînin jî di çarçoveya pêşengehê de pişkêşan tê kirin.

Ev xebatên ku li girtîgehan bi derfetên kêm tên hilberandin, bi ked û hewldana malbatên girtiyan bi hezkiriyên hunerê re tên cem hev. Hejmareke zêde ya mêvanên pêşangehê nameya ku Ferhan Mordenîz şandibû û di vekirina pêşangehê de hate xwendin guhdar kirin.

Mordenîz di nameya xwe de got, "Hemû wêneyên ku hûn dibînin di nava şert û mercên dîlgirtinê de hatine amadekirin. Ev çend sal in ez hewl didim rewşa xwe ya hebûn û bûyîna bi karên din re bi wate bikim. Wekî din, ji ber ku dîsîplîneke hişk-bêdawî û hucreya yekkesî nehişt ez biçim atolyeyê, min nekarî xebateke giştî bimeşînim. Bê gûman tevî vê bêderfetiyê heke hûn di her wêneyekî de tiştek hîs bikin, ev tê wê wateyê ku melodiya me xwe ava kiriye. Û keda hatî dayîn gihaştiye armanca xwe."

Xwişka girtiyê bi navê Ferhan Mordenîz Berçem Mordenîz, anî ziman ku ev pêşangeh ji bo temsîlkirina azadiya hemû girtiyên siyasî di şexsê Aynûr Eplî, Mehmet Bogatekîn û Ferhan Mordenîz de hatiye lidarxistin û got, "Armanca me ew e ku em bibin dengê wan. Em dixwazin diyar bikin ku em piştgiriyê didin çalakiya nêrîn û ragihandinê ya girtiyan. Bi pêşangehê re em dixwazin ji tecrîd û êşkenceyê re bêjin na."

Di pêşangehê de konsereka muzîkê ya kurt jî hate lidarxistin.