Li Swîsreyê gefa ‘nîjatperestiyê’

Li Swîsreyê gefa ‘nîjatperestiyê’

Ulkucu ku pêkhateyekî nîjatperestin, hate diyarkirin ku li bajarê Saint-Gall ê Swîsreyê gefan li malbatek ya Kurd dixwin.

Rastgirên tund ên Tirk ku li Tirkiyeyê weke berpirsên sedan cînayetan têne dîtin, her wiha gelek caran bi gotin û êrîşên nijatperestî dikevin rojevê, hate diyarkirin ku li Swîsreyê gefan li malbatek ya Kurd dixwin. Li gorî rojnameya St-Galler Tagblatt, li ser dîwarên malbatek ya Kurd ku li Saint Gallê jiyan dike sloganên weke “Ev der axa ulkucuyane”, “Yan jê hes bike yan biçe” nivîsîne.

Berdevkê hêzên ewlekariyê ên Saint-Gallê Gian Andrea Rezoolî got: “Bêy ku tiştek din bifikirin, dikarin van gefan bi rastgirên tund ên Tirk ve bêne girêdan.” Li gorî rojnameya 20 Minutes jî serwîsên îstîxbaratê rihet rawestiyane. Tê îdiakirin ku, her çendî ev pêkhateye nîjatperest were zanîn ku li Swîsreyê heye jî, heya niha faliyetek wê nahatiye tesbît kirin.

Ji komeleya çandê ya Kurd Muslum Çûlcû da diyarkirin ku, li rojhilatê Swîsreyê piştevanên ulkucuyan hene û got: “Pêwîste vê gefê cidî bigirin.”