Li Swêdê guleya polîsan a bû sedema raperînê, nayê şopandin

Li Swêdê guleya polîsan a bû sedema raperînê, nayê şopandin

Li Swêdê, dozgeriyê biryar da ku bûyera kuştina mirovê 69 salî ya li taxa Husby a li Stockholmê ji aliyê polîsan ve, neşopîne. 

Der heqê polîsên ku digotin, "Ez gihaştim wê baweriyê ku ti sûc nekiriye. Zilam êrîş kir, polîs jî xwe parast", Dozger Eva Finne lêpirsîna der heqê wan de girt.

Di rapora dozgeriyê ya li ser îfadeyên polîsan hat amadekirin de tê gotin ku roja 13'ê Gulanê, zilamê 69 salî li şaneşîna mala xwe kêra di destê xwe de hejandiye û polîs jî ew kes weke mirovekî bi gef û êrîşkar dîtiye.

Di raporê de tê îdîakirin ku polîs, ji bo mirovê mijara gotinê kêra di destê xwe de derxîne gelek caran ew hişyar kiriye, lê zilam ev hişyarî li ber çavan negirtiye û ji bo hevsera wî ya li daîreyê bê ewlekirin polîs ketiye nava tevgerê, destpêkê gava îsotê bikar aniye û dûre jî ji bo bala wî belav bike, bombeyên hişyariyê avêtiye.

Tê gotin mirovê 69 salî kêra di destê xwe de neavêtiye, gef li polîsan xwariye û yek polîsan bi metreyekê nêzî mirov gule berdaye serê wî, polîsê din jî gule berdaye lingê wî. Hat gotin ku di dema bûyerê de ji ber ku hevsera zilam li mitfaxê bû, bûyer nedîtiye.

Li ser pirsa rojnamevanan a digotin, "Li hundurê daîreyê gelek polîs hebûn, tevî vê yekê çima polîs gule berdaye serê zilam?" dozger anî ziman ku ew nikare der barê vê de nêrînê bîne ziman.

Piştî bûyerê, daxuyaniya polîsan a ku digot zilamê 69 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye li neazîbûnê rast hatibû û şahidan diyar kiribûn ku polîs li mala xwe jiyana xwe ji dest daye û ji bo raya giştî bixapîne polîsan ev daxuyanî dane. Rayedarên polîsan dûre neçar man vê daxuyaniya xwe sererast bikin û anîn ziman ku wan agahiyên şaş dane.

Heman piştî bûyerê xwepêşandanên protestoyî hatibûn kirin û hatibû xwestin ku lêpirsîn ji aliyê komîteyeke ser bi xwe ve were meşandin. Ji ber rayedaran der heqê mijarê de daxuyanî nedan, ciwanan gelek wesaîtên li taxê şewitandibûn û bi polîsan re pevçû bûn. Bûyer destpêkê li Stockholmê, dûre li taxên bajarên din belav bûbûn û di raperîna 10 rojan de bi sedan wesaît hatibûn şewitandin, paceyên gelek kargeh û saziyên dewletê hatibûn şikandin.