Li Sûriyê di nava 15 rojên dawî de zêdeyî 2 hezar mirî

Li Sûriyê di nava 15 rojên dawî de zêdeyî 2 hezar mirî

Li Sûriyê, hat îdîa kirin ji destpêka meha Remezanê û vir ve di encama şer û pevçûnan de ji "raperîner" û endamên artêşa Baasê zêdeyî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Mudurê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye Ramî Abdûl daxuyaniyek da AFP'ê û got, "Ji destpêka meha Remezanê (9'ê Tîrmehê) û vir ve herî kêm 2 hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dane."

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jî, ji Adara sala 2011'an û vir ve zêdeyî 100 hezar kes li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.