Li Stockholmê Festîvala Çand û Huner a Kurd destpê kir

Paytexta Swêd Stockholmê wê ji 1'ê Îlonê û pê ve malovaniyê ji Festîvala Çand û Huner a Kurd re bike.

Ev festîval, ji bo danasîna çanda Kurd û zindîhiştina nasnameya Kurd, ev 10 sal in tê lidar xistin.

Festîval, wê bi organîzasyona Meclîsa Jin a Amara, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navanda Çandê ya Teşî pêk bê.

Konsera pêşî ya festîvalê wê 1'ê Îlonê roja Yekşemê li Stockholmê (Hagelbyvagen 5-Tumba) bê lidar xistin.

Gelek hunermend û kom wê ji Kurdistan û Skandînavyayê tevlî konserê bibin. Di nava hunermendên ku dê derkevin ser dikê de Ayfer Duztaş, Çarnewa, Nahîd Hewramî, Rizgar Hewramî, Şerîf Omerî û Koma Yarsan hene.

Wekî din, Koma Teşî wê bi pêşandanên dîlanên kevneşopî ku beşeke girîng a çanda Kurd e, rengek bide festîvalê.

Di çarçoveya festîvalê de wê 31'ê Tebaxê ji bo zarokan çalakiyeke taybet bê lidarxistin. Ev çalakî wê ji aliyê Zarok Ma’yê ve bê rêxistinkirin û wê saet di 16:30’an de li Gamlastanê bê lidar xistin. Koma organîzasyonê bang li malbatên Kurd kir ku zarokên xwe bi cil û bergên Kurdî bînin çalakiyê.

Tê payîn ku gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyen tevlî çalakiyê bibin. Organîzatorên festîvalê her kesên bi çanda Kurd re eleqedar in dawetî vê çalakiyê dikin.