BI DÎMEN

Li Stavrapolê şevbêrka çandî hate lidarxistin

Li herêma Stavrapolê ya girêdayî Federesyona Rûsyayê şevbêrkek bi navê “Şevbêrka Neteweyan wek malbateke yekgirtî” hat lidarxistin.

Şevbêrk li Mala Çandê ya gundê Ladovskaya Balka yê bi ser herêma Stavrapolê ve hate lidarxistin.

Ji neteweyên cuda; Rûs, Kurd, Ermenî, Maldov, Tatar, Bêlarûs, Mardovîn, Gurcî û gelek neteweyên gelek kes tevlî bûn.

Beşdar bi cil û berg, xwarin û dîlanên xwe yên gelerî tevlî bûn.

Bername bi stran û govendên gelêrîd estpê kir.

Koma govendê ya Kulîlkên Rojê jî bi govenda Kurdî tevlî bernameyê bû.

Piştî stran û govenda neteweyan xwarinên neteweyên cuda hatin pêşkêşkirin.