Li Spanyayê qeza trênê: 77 mirî, 140 birîndar
Li Spanyayê qeza trênê: 77 mirî, 140 birîndar
Li Spanyayê qeza trênê: 77 mirî, 140 birîndar
Li Spanyayê, trênek rêwiyan ji rê derket û di encama qezayê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dan, 140 kes jî birîndar bûn.
Trêna rêwiyan a ji paytext Madrîdê diçû bajarê peravê El Ferrol, duh êvarê saet li dora 20.42 de li bakurrojavayê welêt ji rê derket û qebilî.
Rayedaran dan xuyakirin ku li gorî daneyên destpêkê, qeza ji ber "kêmasiya mirov" rû daye. Hat ragihandin ku dema trên ji "zîviroka tund" a li Ourense-Santîago bi lezeke bilind derbas dibû, qelibiye.
Li gorî agahiyan, di qezayê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dane, 140 kes jî birîndar bûne.
Kargeha trênê RENFE bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di trêna wergeriyaye de 218 kes hebûne û 13 ji vagonên trênê rûxiyane. Kargehê diyar kir ku yek ji vagonan jî, ji ber dijwariya qezayê bi qasî 15 metreyan ji rê derketiye.
Şaredarê Santiago de Compostela Angel Curras Fernandez heman piştî qezayê daxuyaniye da û got, "Mîna ku hûn jî di heman baweriyê de ne, festîvala li herêma me hatiye betalkirin. Avahiyên Cersîa û San Lazaro ji bo malbat û qurbanan hatine vekirin. Weke ku rayedarên hikûmetê anîn ziman ku birîndar li nexweşxaneya tên dermankirin."
Di vê navberê de çavkaniyên Wezareta Karên Hundur a Spanyayê dan xuyakirin ku der heqê bûyerê de îhtimala êrîşê tineye.
Bûyer, weke bîlançoya herî giran a qezaya trênê ya 40 salên dawî yên Spanyayê, tê dîtin.