Li Skoçyayê helîkoptera polîsan ket banê barê

Li Skoçyayê helîkoptera polîsan ket banê barê

Li paytexta Skoçya Glasgowê helîkoptereke polîsan li ser barekê ket. Herçend çavkaniyên polîsan diyar dikin ku di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye jî, li gorî çapemeniya Îngilîz ji 3 heta 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Polîsan diyar kirin ku 32 kes jî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.

Helîkopterek tu polîs û pîlotek tê de bû duh li gorî dema herêmê saet di 22:25'an de, li Glasgowê ji ber sedemeke hînê nayê zanîn, li banê barekê qelibî. Hat ragihandin ku di dema ketina helîkopterê de gelek mirov di hundirê barê de bûn.

Li gorî rayedarên polîsan di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Lê belê çapemeniya Îngilîz diyar dike ku 3 heta 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên polîsan dan zanîn ku 32 birîndar jî veguhastine nexweşxaneyan.

Tê gotin di dema bûyerê de 120 kes di hundirê barê de bûn. Beşek ji qezazedeyan xwe rizgar kirin, lê nayê zanîn ka çend kes di binê xirbeyê aliyê çepê yê avahiyê yê hatiye hilweşandin de mane.