Li Skoçyayê ‘erê’ serxwebûn e, ‘na’ xweseriya berfireh e

Li Skoçyayê ‘erê’ serxwebûn e, ‘na’ xweseriya berfireh e

Skoçyayî îro ji bo serxwebûnê diçin ser sindoqand. Ger ji sindoqan ‘erê’ derkeve  welat dê ji Yekitiya Qiraliyetê veqete û serbixwe be. Lê ‘na’  derkeve jî dê xwedî xweseriyeke berfireh dê bimîne. Anket nîşan didin ku dê hilbijartikeke bi bandor derbas be. Lê di her du rewşan de jî dê ji bo Yekitiya Qiraliyetê demeke dû be.

Statuya Skoçyayê di 1400 salên dawî de herî kêm 10 caran guherî. Di sala 10707’an de yek ji çar neteweyên ku girêdayê Yekitiya Qiraliyetê bûye. Ji referanduma  Gulana 1997’an heta niha bi awayekî otonomê tê bi rêve bikirn.  Wek welatên Îrlandaya Bakur û Galler bi parlamentoyeke otonom tê bi rêvebirkin. Di alî perwerde, edelet û tenduristiyê de xwe bi xwe rêve dibe. Di qada parastin, enerjî û bacê de girêdayê Londonê ye. Hikûmeta Skoçyayê 4 salan carê diguhere. Hikûmeta yekemîn di 1999’an de hat hilbijartin.

Di Gulana 2011’an de partiya SNP’ê serkeftinek mezin bi dest xist û li parlamentoya Skoçyayê piraniya kursiyan girt û lîderê partiyê Alex Salmond ji rewşa kêmariyê derket û bû serokwezîr. Salmond di kampanyaya hilbijartinê de diyar kir ku dê di nava 5 salan de biçe referandumê. Piştî hevdîtinên dem dirêj di sala 2012’an navbera Salmon û Davîd Cameronde peyman hat îmzekirirn ku referandum di 2014’an de pêk bê.

Îro Skoçya diçe ser sindoqan. Li gorî anketê hatiye kirin dê bi denga ‘na’ bi sê puanan dê qezenc bike, lê  ev jî tenê texmînin. Ger ku encam ‘erê’ be dê Alex Salmond wek şex bi serbikeve. Lê encam çi dibe bila bibe ji bo serokê herêma nîv otonom dê bibe qezenc.

Salmond yê 59 salî, têkoşîna nasnameya Skoçyayê ji nûve zindî kir. di demên dawî de ji 3’ê yekê Skoçyayê digot dê Salmond Skoçyayê bike nava 20 welatên dewlemend yê cîhanê. Dewlemendiyên Skoçyayê ev demeke dirêje ku fikra ku welat serbixwe dike diparêze. Ji ber vê yekê hîdrokarbona di behra Bakur de derdikeve pêş. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin ji îngîlîz ji sedî 72 hîdrokarbona û ji sedî 96’ê petrola Skoçyayê digire.

Di rewşa ku referandum biser nekeve de Salmon soza ku dê xweseriya Skoçyayê berfireh bike girt.