Li Sîna 24 polîs hatin kuştin

Li Sîna 24 polîs hatin kuştin

Hat ragihandin, di encama êrîşeke li nîvgirava Sînayê 24 polîsên Misrê hatine kuştin.

Rayedar û çavkaniyên tenduristiyê dan xuyakirin ku du otobusên tê de polîs hebûn li nêzî bajarê Refahê yê li ser sînroê Xezzayê, rastî êrîşa çekdarî hatine.

Hat ragihandin ku êrîşê de gelek polîs jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlekariyê jî diyar kirin ku çar çekdar otobus sekinandine, polîsên di otobusê de peya kirine û gule li wan reşandine. Lê hin çavkaniyên din tînin ziman ku bi rokêt û bombeyên destan li dijî otobusan êrîş hatiye kirin.

Bi darbeya leşkerî ya meha Tîrmehê re, êrîşên milîtanên oldarên radîkal ên li nîvgirava Sînayê zêde bûn.

Di vê navberê de, piştî êrîşê Misrê yekane deriyê xwe yê sînor ê bi Şerîda Xezzayê deriyê sînor ê Refahê ji bo demekê girt.