Li ser medya dîjîtal kampanya xwedîderketina li Kirmanckî dest pê dike

Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi hastaga "#ZoneMuwaXoQeseyke" kampanya dest pê dike. Ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê hate kirin.

Di serî de Kongreya Avaikrina Dersimê, Navenda Lêkolînên Dersimê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk 14 rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo parastina Kirmanckî ya ku metirsiya tunebûnê li ser heye, bi sernavê "Beriya ku mirovê dawî yê bi Kirmanckî zane bimire, bi zimanê xwe yê dayikê biaxive' dest bi kampanyayê dikin. Detayên kampanyayê wê 21'ê Sibatê bi civîneke çapemeniyê bê ragihandin.

Kampanya wê 21'ê Sibatê roja Yekşemê bi hastaga #ZoneMuwaXoQeseyke li ser medya dîjîtal dest pê bike. Ji her kesî hate xwestin ku roja Yekşemê bi dîmen û wêneyan tevlî kampanyayê bibin.

Kampanya wê li gorî dewam Tirkiyeyê saet di 20:00, li gorî dema Ewropayê jî saet di 18:00 de dest pê bike.

AMADEKARÊN KAMPANYAYÊ

Saziyên ku kampanyayê amade dikin wiha ne:

"Kongreya Avakirinê ya Dersimê
Navenda Lêkolînên Dersimê
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk
Federasyona Elewiyan a Demokratîk
Platforma Komeleyên Demokrat ên Herem
Platforma Komeleyên Xwecihî yên Demokratîk
Komeleya Dijberên Qirkirina Dersimê
Însiyatîfa Kurecikiyan a Meletiyê
Komeleya Kormeçê
Komeleya Koçgiriyan
Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn
Însiyatîfa Depiyan
Komeleya Xinisê."