Li ser girtiyên kurd îşkenceya lêgerîna tazî
Li ser girtiyên kurd îşkenceya lêgerîna tazî
Li ser girtiyên kurd îşkenceya lêgerîna tazî
99 girtiyên kurd yên ku ji girtîgehên Mêrdîn û Muşê veguhestin girtîgeha tîpa F ya Tekirdaxê li rastî îşkenceya tazî hatin. Girtiyên ku li dijî vê yekê derketin hatin derb kirin.
Komeleya Mafê Mirovan İHD û Komeleya Parêzvanên Azad ÖHD îro serdana girtiyên siyasî yên Kurd ku ji girtîgehên Mêrdîn û Muşê surgunî girtîgeha tîpa F ya Tekîrdaxê hatibûn kirin ziyaret kirin.
Li gorî zanyariyên ji parêzvanên di serdanê de cihgirtine hatine wergirtin, ji girtîgeha Mêrdîn 39 û ji girtîgeha Muşê jî 60 girtiyên siyasî yên Kurd birine girtîgehên tîpa F ya Tekirdaxê yên bi jimara 1 û 2.
Li gorî heman zanyariyan hate zanîn ku girtî di 10 ‘ê Mijdarê de ji Mêrdîn û di 12’ê Mijdarê de jî ji Muşê surgunî girtigeha Tekirdaxê hatine kirin. Di dema birinê de dibin navê ‘ lêgerîna zirav’ de hemû girtiyan bi awayek tazî lêgerîn liser kirine. Hate zanîn dema ku girtiyan nerazîbun li himberî vê helwesta rayedarên girtîgehê nîşandane, rastî lêdan û îşkenceyê hatine.
Li gorî heman zanyariyan, girtî jiber ku nerazîbûn nîşan dane rastî lêpirsînê hatine, eşyayên şexsî jî hîna nedane girtiyan , destûra karanîna amêrên ragihandin û bikaranîna cihên hevbeş li ser girtiyan têne qedexe kirin.