Li Şamê teqîn: 8 leşker hatin kuştin

Li Şamê teqîn: 8 leşker hatin kuştin

Li paytexta Sûriye Şamê di encama teqînekê de 8 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Li bakurrojhilatê paytexta Sûriyê Şamê, bi wesaîteke bombebarkirî îro li dijî qereqola polêsan a li navçeya Jûbarê êrişek hat lidaxistin.

Mudurê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdel Rahman da xuyakirin, ku di encama vê êrişa bi wesaîta bombebarkirî de herî kêm 8 leşkerên rejîma Baasê hatine kuştin. 

Hat ragihandin, ku ji ber êrişê gelek sivîl jî birîndar bûne.