Li Şamê teqîn: 10 kuştî, 66 birîndar
Li Şamê teqîn: 10 kuştî, 66 birîndar
Li Şamê teqîn: 10 kuştî, 66 birîndar
Li paytexta Sûriye Şamê di teqînekê de yek jê jin bi giştî 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 66 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA’yê îro di saetên piştî nîvro de li herêma Ceremana ya paytext Şamê ku hatin û çûna welatiyan pir zêde çêdibe, teqîn pêk hat. Li gorî nûçeyê teqîn di encama teqandina wesayîtek bombebarkirî de pêk hatiye. Hate gotin ku di teqînê de yek ji wan jin 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 66 kesên ku di nava wan de zarok jî hene birîndar bûn. Her weha ziyanek mezin li derdorê çêbû.
Rareyadên polîsan diyar kirin ku di wesayîtê de 2 ton madeyên teqemeniyê hebûye.