Li Şamê pevçûn: 60 kes ji her du aliyan hatin kuştin

Li Şamê pevçûn: 60 kes ji her du aliyan hatin kuştin

 Di pevçnên li paytexta Sûriyê Şamê ku di navbera hêzên rêjîmê û muxalefetê de qewimîne de, hate îdîa kirin ku  ji herdu aliyan zêdetirî 60 kesan hatine kuştin. Hate gotin ku rejîmê herêma Dahiya Başûr a Şamê ji destê çekdarên muxalefetê derxistiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pevçûn li herêma Dahiya Başûr a Şamê pêk hat û ji herdu aliyan zêdetirî 60 kesan mirin. Hate hînbûn ku piştî şerê dijwar hêzên rêjîmê bi çekên giran û tangan êrîş pêk anîne û di encamê de gelek ji herêma Dahiya Başûr ji destê çekdarên muxalefetê derxistiye.