Li Şamê biwesayîta bombebarkirî êrîş pêkhat

Li Şamê biwesayîta bombebarkirî êrîş pêkhat

Hate ragihandin ku, li paytextê Sûriyeyê Şamê biwesayîtekî bombebarkirî êrîş pêkhat û di êrîşê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, êrîş taxa Tadamûn ya ku beşek mezin yê wê di destê komên çekdar de ye pêkhat. Di êrîşê de sektora ku di destê hêzên rejimê de hate hedef girtin. Mala Çavdêriyê ragihand ku, di êrîşê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Televîzyona dewleta Sûriyeyê behsa komên çekdar kir û got, êrîş ji aliyê “terorîstan” ve hatiye kirin. Televîzyonê ragihand ku, li kolana Nesrîn mirî û birîndar hene lê hêjmar negot.

Taxa Tadamûn li nêzî kampa Yarmûk ya penaberên Filistînê ya derdora Şamê ye. Li vê herêmê hertim di navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar de pevçûn rû didin.