Li Rûsyayê di kargehekê de 2500 penaberen ‘qeçax’ hatin girtin
Li Rûsyayê di kargehekê de 2500 penaberen ‘qeçax’ hatin girtin
Li Rûsyayê di kargehekê de 2500 penaberen ‘qeçax’ hatin girtin
Operasyonên hêzên ewlekariyên ên Rûsyayê ên li ser penaberên qeçax didome. Li paytext Moskowayê di serdegirtina kargehekê de 2 hezar û 500 penaber hatin binçavkirin.
Li gorî çapemeniya Rûsyayê li navçeya Îvanteyevka ya Moskowayê, 2 hezar û 500 hemwelatiyên welatên biyanî ên li kargehek ya dirûnê de hatine binçavkirin.
Di kargeha ku hate gotin hilberîneke der-zagonî têde tê kirin û derket holê ku karkerên penaber di şert û mercên ne hîjyenîk de di kargehek ya dirûnê de têne xebitandin.
Di kargeha dirûna cilan de, sexteyê markeyên binav û deng tê çêkirin û ji tenduristiyê re bizererin 70 ton cilên hatine çêkirin desteser kirin.
Li Moskowayê di meha Cotmeha borî de jî operasyonek li ser kargehek din ya dirûnê ya “dervey zagonî” hatibû kirin û zêdetirî 100 penaberên Vîetnamî û zêdetirî 40 penaberên Tacikîstanê û Ozbekîstanê ji ber “qeçax” didin karkirin hatibûn girtin.
Serwîsa Penaberan ya Federal ya Rûsyayê (FMS) di nîva meha Mijdarê de daxuyaniyek dabû û dabû diyarkirin ku, li welat 7 milyon karkerên penaber hene û ji vana 3 milyon qeçaxin.
Rûsya piştî Amerîkayê di cîhanê de welatê duwemîne ku karkerên penaber lê dimînin.