Li Rûsyayê 3 hezar penaber di bin çavan de ne

Li Rûsyayê 3 hezar penaber di bin çavan de ne

Rûsya di dîroka xwe de operasyone herî mezin a penaberan pêk tîne. Di operasyonên li gelemperiya welêt tên kirin de zêdeyî 3 hezar penaber heta niha hatin binçavkirin. Rayedaran biryar dan operasyonan berfireh bikin.

Li Moskowayê, dawiya hefteyê di navbera firoşkarên Kafkas û polîsan de pevçûn derket û li ser vê yekê serdegirtinên bazaran destpêkiribûn. Rûsya ji bo operasyon li gelemperiya welêt belav bibe, hêzên ewlekariyê xist dewrê. Komîteya Lêpirsînê ya Dozgeriyê da xuyakirin ku tevî Moskowa û St. Petersbûrgê wê li bajarên din jî kontrola bazaran bên destpêkirin. 

Hin ajansan dan xuyakirin ku hejmara binçavkiriyan 3 hezar derbas kiriye. Li derdora Moskowayê, ji bo binçavkiriyan "kampeke ji konan" a taybet tê avakirin.