Li Rûsya û Çînê keraseta lehiyê

Li Rûsya û Çînê keraseta lehiyê

Li Rojavayê Rûsyayê ji ber barana ku bi rojan tê û lehiyê bi dehhezaran mirov hatin tehliyekirin, li Çînê jî herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Rûsyayê li sê herêmên li ber sînorê Çînê, ji ber ku ava çemê Amûr bilind bû di bin avê de man. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûs RÎA Novostî, şefê Maseya Krîzê ya Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsya Vladîmîr Stepanov got, “nêzî 20 hezar mirov hatine tehilyekirin.”

Stepanov bi gotina “167 navendên demkî yên bicihbûnê hatine vekirin” û anî ziman ku di rewşa heyî de wê ji 2 hezarî zêdetir mirov li wan deveran bên bicihkirin.

Li gorî şefê krîzê li herêmên Amur, Khabarovsk û Birobidjan ku 6 kîlometreyan dikeve rojavayê Rûsya nêzî 33 hezar mirov dijîn û 140 dever ketine bin avê.

Ji bo kesên ji avê bandor bûne balafir û helîkopter hatine seferberkirin. Serokdewletê Rûsya Pûtîn, da xuyakirin ku li herêmên ku keraseta lehiyê rû dane rewş ketiye bin kontrolê û ji bo wendahiyên can çênebin hewl didin.  

Keraseta lehiyê ne tenê li Rûsya li bakurê Çînê jî bi bandor bû. Ji ber barana zêde ya lî Çînê keraseta lehiyê rû da û li gorî agahiyên destpêkê 43 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Çînê Xînhua keraseta lehîyê li eyaletên Jîlîn, Heîlongjîang û Lîaonîng ên li Bakuerê welêt bi bandor bûye.