Li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Mamosteyan hat avakirin

Li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Mamosteyan hat avakirin

Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya avakirina rêveberiya xweser de, hemû beşên civakê xwe birêxistin dikin. Bi vê armancê, li bajarê Girkê Legê civîna avakirina Yekîtiya Mamosteyan hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin, civaka ku li ser hîmekî rast were perwerdekirin wê karibe hemû pirsgirêkan çareser bike.

Li Rojavayê Kurdistanê, mamosteyên Kurd ên di avakirina rêveberiya xweser de xwedî roleke girîng in, bi avakirina meclîsên xwe hewil didin civakeke perwerdekirî ava bikin.

Di berdewamiya van xebatan de, li bajarê Girkê Legê civîna damezrandina Yekîtiya Mamosteyan hat lidarxistin.

Civîn bi tevlîbûna endamên Meclîsa Gel, Tevgera Civaka Demokratîk û mamosteyên Girkê Legê û Herêma Aliyan pêk hat. Endamê TEV-DEM'ê Ferzende Munzur di civînê de bi bîr xist ku di vê pêvajoya aloz de, pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêtir bi xebatên rêxistinî heye.

Serokê Meclîsa Gel a bajarê Girkê Legê Ehmed Mele Hesen jî anî ziman ku armanc ji avakirina Yekîtiya Mamosteyan, avakirina sîstema demokratîk a perwerdeyê ye.

Piştî nirxandinan Yekîtiya Mamosteyan hat avakirin û ji bo rêvebriya kar û xebatan komîteya ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin.