Li Rojava '2 atolye, 2 lîstik'

Komuna Şano ya Rojava li gel Şanoya Çiya ya ser bi Tev-Çandê, projeya '2 Atolye, 2 lîstik' bi serketî bi cih anî.

Şanogerên Rojava ku perwerde, rêxistinî û karê hunerê danîne pêşiya xwe, projeyên xwe li gel zor û zehmetiyan gav bi gav pêk tînin.

Şanogerên li vê qadê xwe dispêrin hêza xwe, keda ciwanên Rojavayî û bi perwerdeyê, bi zanebûn û bawerî karên ji bo sala 45'an a PKK'ê amade kirin, pêşkêşî temaşevanan kirin. Li gel afirandina berhemên şanoyê, ji bo fêhmkirina dîroka partiyê ya bi rengekî rast û bicihanîna wê, mohra xwe danîn binê 2 lîstikên serketî. Bi rêya vê projeyê ciwan hatin perwerdekirin, bi rêxistinkirin û çalakkirin. Şanogerên Rojavayî li gel gef û guregura şer, bi derengî jî be bi azad û wêrekî lîstikên xwe pêşkêş kirin. Ne tenê lîstin, her wiha ji bo jinûve avakirina jiyanê zend û bend ba dan, hilberandin û li dora nirxan li hev civiyan.

2 ATOLYE

Ciwanên ku li bajarên Qamişlo û Dêrikê li hev kom bûn û yekemcar di şano û hunerê de cih girtin, beşdarî atolyeyên ji dersên senaryo û kamerayê bûn. Nêzî 50 kes tevlî atolyeyan bûn. Piştî perwerdeya ji mehekê zend û bend ba dan û ji bo sala 45'an a PKK'ê 2 lîstik amade kirin. Di herdu lîstikan de ku ji aliyê Şanoya Çiya ve hatin nivîsandin, qala dîroka PKK'ê hate kirin.

LÎSTIKA DESTPÊKÊ

Du lîstikên cuda yên ji aliyê Şanoya Çiya ve hatin nivîsandin, ji aliyê şagirtên atolyeyên Qamişlo û Dêrikê ve bi ked û hewldaneke mezin li ser dikê hatin lîstin. Herdu lîstik bi navê Rastî Dagirkirî ye û Dara Jiyanê hatin pênasekirin. Di lîsetika destpêkê de qala berxwedana Sêwerekê ya beriya 1980'î dike ku bi pêşengiya yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Salîh Kandala mohra xwe li dîroka PKK'ê xistiye. Pêvajoyeke welê vedibêje, ku di bin zext û zordariya sîstema axatinê de kadroyên koma destpêkê berxwedana Sêweregê bi rêxistin dikin. Berxwedana ku piştî şehadeta Hakî Karker di dîroka têkoşîna çekdarî ya PKK'ê de xwedî cihekî girîng e, ji aliyê komeke şano ya nêzî 30 kesî li ser dikê hate nîşandan. Lîstik qala wan salan e ku li dijî paşverûtiya noker û zilma dewleta Tirk, arêşa azadiyê şîn dibe. Pêvajoya ragihandina PKK'ê jî ji çavê peykeltraşekî ve tê nîşandan. Lîstika ku kesayeteke şoreşger dide nas kirin ku li Hîlwan û Sêweregê gel û sempatîzanên PKK'ê heta dawiyê jê bawer dikin, pêvajoya vê çalakiya bi bandor a li nava civakê deng veda, radixe pêş çavên temaşevanan. Lîstik beriya bi salan ji aliyê Ş. Hêvî Şanoger ve hate nivîsandin û lîstin. Vê carê jî ji aliyê hunermendê Rojavayî, derhêner û perwerdekar Kawa Fettah ve hate amadekirin û pêşkêşî temaşevanan hate kirin.

LÎSTIKA DUYEMÎN LI SER PÊVAJOYA KONGREYA DESTPÊKÊ YE

Lîstika duyemîn, çîroka Dara Jiyanê jî kevn e, lê belê senaryoya wê nû hatiye nivîsandin. Lîstika ku sala 2017'an ji aliyê Şanoya Çiya ve hate nivîsandin, qala kongreya destpêkê ya salên 1978'an a damezrandina PKK'ê dike. Lîstika Dara Jiyanê helbesta Dara Pîr a helbestvanê Rojhilatî Cemal Melîkşa û pêvajoya ji şahîdiya Malbata Zogûrlû, yanî mala ku PKK lê ava bû, digihîne hev. Li ser bingeheke xurt a felsefîk hatiye rûniştandin. Lîstika ku li ser bingeha pîvanên diyalektîk ên başî-nebaşî, doh-îro, xwecihî-gerdûnî hatiye rûniştandin, li hewşa mala Malbata Zogûrlû derbas dibe. Li hemberî daxwaza keyayê gund a ji bo birîna dara li hewşa mala ku PKK lê ava bibe, qala berxwedana dayika Seyfettîn Zogûrlû dike. Wê pêvajoyê vedibêje ku Apoyî ji bo civînê wê malê hildibijêrin û têne wê malê. Lîstik qala wê yekê dike bê dayika Îsmet çawa Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz (Sara), Dûran Kalkan (Abbas), Cemîl Bayik (Cûma) nas dike, bi rengekî veşartî deriyê mala xwe li Apoyiyan vedike, çawa Rêber Apo nas dike, hezkirina wê ya ji kadroyên Apoyî re, di heman demê de çawa dara li hewşê diparêze. Lîstika ku ji aliyê Şanoya Çiya ve hate amadekirin qala salên destpêkê dike.

WÊ LI QADA DÎJÎTAL JÎ BÊ NÎŞANDAN

Herdu lîstikên ku ji aliyê Komîna Fîlma Rojava û Nefel Produksiyon ve hatin kişandin wê di demeke kurt de bikeve ser medya dîjîtal jî û ji aliyê gel ve bê temaşekirin.

Lîstikên ku diviyabû 27'ê Mijdarê pêşkêşî gel bihatina kirin, ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û şehadetan, ji bo hefteyekê hate taloqkirin û bi derengî hatin nîşandan. Herdu lîstik wê rojên bê di serî de li Qamişlo, Dêrik û Rimêlanê wê li gelek deveran bêne nîşandan.