Li Qûleya Eiffelê alarma bombe
Li Qûleya Eiffelê alarma bombe
Li Qûleya Eiffelê alarma bombe
Qûleya Eiffelê ku nîşaneya Fransayê ya li gelemperiya cîhanê ye, îro piştî nîvro li ser îxbara bombe hat valakirin.
Li gorî polîsan, Qûleya Eiffel îro piştî nîvro li ser alarma bombe bi temamî hat valakirin.
Qûleya Eiffelê ku li gel antenên xwe 324 metre bilinde, rojê ji 25 hezar heta 30 hezar kes diçin serdana wê. Her çend gelek caran alarma bombe hatiye dayîn jî, heta niha kêm caran qûle hatiye valakirin.
Qûleya Eiffel ku di sala 1889'an de bi wesîleya pîrozbahiyên yekemîn sedsala Şoreşa Fransayê de hat çêkirin, heta roja îro ji gelemperiya cîhanê nêzî 250 milyon kes çûne serdana wê.