Li Qamişloyê ‘Pêşengeha Berxwedana Jinan’ hat vekirin

Li Herêma Cizîrê "Pêşangeha Berxwedana Jinan” ku bi wesîleya çalakiya 26'ê Mijdarê hat vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn a Jinan pêşangeha bi navê "Pêşangeha Berxwedana Jinan" li bajarê Qamişlo vekir.

Di pêşangehê de 45 tabloyên 30 hunermendên jin hene. Pêşangeha wêneyan a jinên têkoşer ku jiyana xwe ji dest dane nîşan dide, bala ziyaretvanan dikşîne. Wêneyê Hevrîn Xelef, Jîna Emînî, Jiyan Tolhildan, Asya Enter, Barîn Kobanê, Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Avesta Xabûr li ser tabloyê hatin xêzkirin.

Pêşangeh piştî bajarê Dêrik, Qamişlo, Amûdê wê di 20'ê Mijdarê de li Hesekê bi dawî bibe.